Cotmeh 16, 2018 16:38 Asia/Tehran
  • Li Enqerê êrişî balyozxana Israîlê hat kirinê

Çavkanîyên sîyonîst ragihandin ku cotkarekî tirkîyeyî êrişî balyozxana Israîlê ya li Enqerê kir.

Çavkanîyên sîyonîst îro ragihandin: Adyin Sekrîye cotkarê tirkîyeyî dil hebû bi tiraktora xwe êrişî balyozxana Israîlê li Enqerê bike ku bi destê hêzên ewlehîyê hat girtinê.

Li gorî vê raporê, wî cotkarê tirkîyeyî guh neda fermana rawestanê ya hêzên polîs û ewlehîyê û li dawîyê piştî ku polîsan gulle reşandin tiraktorê, ew qulibî û li maşînên derdorê ket û sekinî.

Çavkanîyên sîyonîst ragihandine ku ew cotkara 45 salî ye û fermana girtina wî hate dayîn û heta niha hîç sûcek nekirîye.