Girtina bi dehan koçberên neqanûnî li Tirkîyê
Cotmeh 13, 2018 16:34 Asia/Tehran
Navenda Polîsên Tirkîyê ragihand ku 67 koçberên neqanûnî li şarê Izmîrê li rojavaya vî welatî hatin girtinê.
Li gorî daxûyanîya Navenda Polîsên Tirkîyê, kesên hatine girtinê, welatîyên Sûrîye, Efganistan û Iraqê ne ku dil hebûn bi rêyên neqanûnî ji Tirkîyê derkevin.
Perravên Deraya Sipî nemaze Deryaya Ege di navbera Tirkîye û Yûnanê de, ji wan rêyên veguhestina koçberên neqanûnî û bitehluke ber bi Ewropa û Yûnanê tên hesêb.
Li gorî peymana ku Tirkîyê û YE`yê di sala 2016`an de hate wajokirinê, biryar hatîye dayînê ku Tirkîye pêşîya koçberîya penaxwazan ber bi welatên ewropî bê girtinê.