Cotmeh 13, 2018 12:47 Asia/Tehran
  • Şehediyên nû li ser çarenivîsa hêtimalî ya rojnamevanê erebistanî yê neyarê siyasetên Alê Seûd

Bingehên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandine agehdariyên nû li ser hêtimala kuştina Cemal Xaşoqî rojnamevanê neyarê siyasetên Alê Sûd anîne dest.

Li gor rapora IRIB Newsê, Bingehên ewlehiyê yên Tirkiyê ragihandin ku Cemal Xaşoqcî rojnamevanê neyarê dewleta Seûdî piştî çûna nav Konsûlxaneya Erebistanê li Istanbûlê, sîstema dengzebtkirinê li ser saeta xwe vêxistibûye.

Hevçax telivîzyona CNNtirkê jî ragihand ku Tirkiyê deng û fîlmê kuştina Cemal Xaşoqçî li nav konsûlxaneya Erebistanê li Istanbûlê heye.

Li gorî raghandina  çavkaniyên nûçan, dîplomatê pilebilind  ê Tirkiyê desthebûna  servîsên sîxoriyê yên biyanî ji wan  Rêxistina Sîxoriyê ya  Rejîma Siyonîstî (Mossad) û Rêxistina  Îstixbarata Navendî ya Emerîkayê CIA`yê li bûyera wendabûna Xaşoqcî red nekiriye.

Nivîskar û rojnamevanê dijberê rejîma Siûdî, Cemal Xaşoqcî li duyê Cotmehê ji bo qeydkirina belgeyên zewaca xwe çû konsolxana Erebistanê li Stenbolê, lê jê der neket û tê gotin ev rojnamevan bi destê rayedarên rejîma Siûdî hatiye kuştin, çûnku navê wî di nav lîsteya reş a vê rejîmê ji bo girtinê cih girtibû.

Bûyera wendabûna Cemal Xaşiqçî rojnamevanê Siûdî ku hîn jî diyar nîne çi hatiye sêrî, careka din Erebistanê xistiye warê mêdyayan.

Ev rojnamevanê rexnekirê dewleta Erebistanê roja 2ê Cotmeha 2018an ji dema ku çû nav konsolxaneya vî welatî li Istenbûlê, wenda bûye.