Cotmeh 12, 2018 18:08 Asia/Tehran
  • Tirkiyê qeşe Brunson azad kir

Dadgeha 2emîn a Cezayê Giran a Îzmîrê di mehkemekirineke formalîte de ji bo azadkirina Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, biryara 3 sal 1 meh û 15 roj cezayê zindanîkirinê da wî Qeşeyî û ji ber dema ku di girtîgehê de maye, biryara rakirina hepsa malê da û Brunson serbest hat berdan.

Qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, ku bi tawana “hevkariya li gel FETO û PKKê” û “sîxuriyê” li mala xwe ya li bajarê Îzmîra Tirkiyê di hepsa malê de bû, îro cara 4emîn derdikete pêşberî dadgehê.

Rûniştina doza Brunson di derdora saet 10:30a de dest pê kir.

Andrew Brunson ku ji 25ê Tîrmeha 2018a ve di hepsa malê de ye, îro sibehê di derdora saet 05:30a li gel gelek tevdîrên ewlehiyê ji mala xwe hat derxistin û bo Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Alîaga (Elîaxa) ya li bajarê Îzmîra Tirkiyê hat veguhastin.

Herwiha Norine Brunson, hevjîna Andrew Brunson û dîplomatê Amerîkî Jeffrey M. Hovenier jî bo şopandina dozê çûn Kampusa Saziyên Înfaza Cezayan a Alîagayê.

Andrew Brunson di 9ê Kanûna 2016a de hat girtin û di îdianameya wî de hat gotin ku Brunson li ser navê qeşetiyê bi zanebûn û daxwaza xwe hevkariya “wan rêxistinên terorê” dike û karê sixurtiyê dimeşîne.

Hêjayî gotinê ye ku ji ber zext û zora Amerîkayê ser Tirkiyê û xirabûna rewşa aborî ya vî welatî ev qeşeyê amerîkî bi saya mudaxileya serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hatiye berdan û dagehehîkirina hanê bi tenê şanoyek bû ji bo ku were gotinê ku dadgehê hikmê azadiya wî daye.