Cotmeh 12, 2018 15:53 Asia/Tehran
  •  Hevdîtina wezîrê karên dreve yê Tirkiyê bi Muqteda Sedr re

Mewlûd Çawûsşoglu wezîrê karên derve yê Tirkiyê li hevdîtina Muqteda Sedr srokê tevgera Sedrê li bara berjewendiyên hevpar ên diu welatan û her wiha alûgurên têkildarî damezrandina dewleta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, Çawûşoglu ku roja pêncşemiyê sefera xwe ya du rojî bo Bexdaya paytexta Iraqê destpê kir, li nava  koma nûçegîhanan, hevdîtina bi Muqteda Sedr re erênî û kêrhatî nirxand û destnîşan kir: Li bara pêwîstiya  kiryarên hevpar ên du welatan li warê rawerstana li ber terorîzmê li çarçoveya  qayîde û qirarên  hiqûqî yên navneteweyî hevhatin heye.

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê bal kişand ser dewama operasyona  artêşa vî welatî li dijî koma  PKK piştî damezrandina  dewleta nû li Iraqê bi hevkariya wan û diyar kir: Rawetana  li ber terorîstan bi parastina  yekperçetiya erdê Iraqê pêwîst e.

 Wezîrê karên derve yê Tirkiyê her wiha tev Berhem Salih serokkomarê Iraqê, Muhemeed El-Helbûsî serokê parlemanê û Adil Ebdulmehdî ku berpirsiyariya  avakirina  kabîna  dewleta nûya Iraqê heye û her wiha nûnerên civaka  tirkmanên Iraqê hevdîtin û gotûbêj kir.

 Çawûşoglu her wiha biryar e bona hevdîtina  tev berpirsên  pilebilind ên  Herêma Kurdistana  Iraqê sefera bajarê Hewlêrê li bakurê vî welatî bike.