Bac û bertîla 5 milyard dularî ya Erebistanê bo Tirkiyê bona girêdana dosiya Xaşoqcî
Balyozê Tirkiyê li Lubnanê li bara pêşniyara bertêla 5 milyard dularî ya Muheme Bin Selman welîehdê siûdî bo Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê bona girêdana dosiya kuştina Cemal Xaşoqci rexnekarê rejîma siûdî agahî da.
Li gorî rapora malpera nûçan a iraqî ya Esrar Medya, Hakan Kakîl balyozê Tirkiyê li Lubnanê li gotûbêja bi berpirsekî pilebilind ê ewrûpî re eşkere kir ku welîehdê Siûdî pêşniyara pênc milyard dularî daye serokkomarê Tirkiyê ku dosiya Cemal Xaşuoqcî rexnekarê rejîma siûdî ku tê gotin li konsûlgeriya Erebistanê li Stembolê hatiye kuştin, were girêdanê.
Li gorî raghandina çavkaniyên nûçan, dîplomatê pilebilind ê Tirkiyê desthebûna servîsên sîxoriyê yên biyanî ji wan Rêxistina Sîxoriyê ya Rejîma Siyonîstî (Mossad) û Rêxistina Îstixbarata Navendî ya Emerîkayê CIA`yê li bûyera wendabûna Xaşoqcî red nekiriye.
Nivîskar û rojnamevanê dijberê rejîma Siûdî, Cemal Xaşoqcî li duyê Cotmehê ji bo qeydkirina belgeyên zewaca xwe çû konsolxana Erebistanê li Stenbolê, lê jê der neket û tê gotin ev rojnamevan bi destê rayedarên rejîma Siûdî hatiye kuştin, çûnku navê wî di nav lîsteya reş a vê rejîmê ji bo girtinê cih girtibû.