Cotmeh 12, 2018 15:08 Asia/Tehran
  • Erdogan carake din gefa operasyonê bo rojhilatê Firatê xwar

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dîsan gef xwarin û got: Di nêzîktirîn dem de em ê pêgehên "terorîstan" li rojhilatê Firatê ji nav bibin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan careke din gefa operasyoneke li dijî Rojhilatê Firatê xwar û got ku di demek nêzîk de operasyon dê destpê bike.

Serokomarê Tirkiyê di merasîmeke serbazî ya li bajarê Ispartayê di derbarê Rojavayê Kurdistanê de axivî.

Erdogan di wê axaftina xwe de careke din gefa encamdana operasyonê xwar û got ku di demek nêzîk de dê li dijî rojhilatê Firatê operasyonê bidin destpêkirin.

Erdogan berî niha jî gelek caran gefa operasyonê xwaribû û gotibû ku ew ê operasyonê li dijî rojhilatê Firatê bidin destpêkirin û gotibû li Minbicê jî Amerîka li ser soza xwe nesekinî.

Ew deverên ku niha Erdogan gefa operasyonê dixwe di destê HSDê de ne ku YPG pêşengiya wê dike û hejmareke zêde ya binkeyên serbazî yên Amerîkayê jî li wan deveran hene.

Tirkiye ji kontolkirina sînoreke berfireh a herêmên li aliyê rojhilatê Firatê ji aliyê hêzên Kurdî yên Sûriyê nerazî ye û bi berdewamî gefa wê yekê dike, eger ku ew hêz ji rojhilatê çemê Firatê venekişin, dê êrişî wan bike.