Cotmeh 12, 2018 13:08 Asia/Tehran
  • Erdogan: Divê qedera Xaşoqcî were zelal kirin

Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan xwestiye ku bila zûtirê rewş û çarenivîsa rojnamevan û nivîskarê rexnekarê Rejîma Siûdî ku li Stenbolê winda bûye eşker û zelal bibe.

Li gor nûçeya IRNAyê, Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh cardin xwest ku rewş û çarenivîsa rojnamevan û nivîskarê rexnekarê Rejîma Siûdî Cemal Xaşoqci ku li Konsolxana vê rejîmê ya li Stenbolê winda bûye zûtirkê eşker û zelal bibe û li dewamê de got: Tirkiye gişt babetên têkildarî windabûna Xaşoqcî bi hûrî û kûrî dişopîne û qet li bara çarenivîsa wî bê deng namîne.

Erdogan got: Heya eşkerebûna rewşa Xaşoqcî çalakiyên ewlehî û îstibaratî yên Tirkiyê ser mijara windabûna wî berdewam dikin.

Erdogan desnîşan kir ku temirîna kamerayên Konsolxana Siûdî li Stenbolê nayê qebûlkirin.

berî vê yekê jî serokomarê Tirkîyê dabû zanîn ku divê karbidestên Siudî derketina Xaşokci ya ji balyozxaneyê îspat bikin.

Li vê navberê de çavkaniyên tirk îdiaya Serokê Amerîka Donald Trump li bara Hevkariya Waşîngton û Enqerê li warê hilkolandina dosiya Xaşoqcî derew dan zanîn.

Trump herwiha dîyar kiribû ku jiber nûçeyên ser wendabûna rojnemavanê Siudî Cemal Xaşokci ketiye fikaran.Trump li Qesra Sipî ji rojnamevanan re got ku ‘’keyfa min ji bihîstina vê mijarê re nayê, niha ti kes li ser vê mijarê tiştekî nizane’’

Cemal Xaşokci ku bi rexneyên xwe yên dijî desthilata Erebîstana Siudî dihat nasîn, di 2yê Cotmehê de ji bo karûbarên zewaca xwe ketibû Balyozxaneya Erebîstana Siudî ya li Stenbolê û piştî wê wenda bûbû.Rayedarên Tirkîyê dîyar dikin ku dibe ku Xaşokci hatibe kuştin.Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê jî diyar dike ku lêpirsîna ser îdiayan didomîne.