Cotmeh 11, 2018 17:54 Asia/Tehran
  •  Erdogan: Cihanîna Hevhatina bi Emerîkayê re li bara  Minbicê paşde ketiye lê ji nav neçûye

Serokkomarê Tirkiyê destnîşan kir ku hevhatina Enqerê bi Waşengtonê re li bara bajarê Minbica Sûriyê tenê maye derengiyê.

 Li gorî rapora ISNA`yê, û ji zarê malpera El-Neşrê, medya Tirkiyê ragahndin ku Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê diyar kir: Hevhatina bi Waşengonê re li bara Minbica Sûriyê tenê paşde ketiye û tam nehatiye îbtalkirin.

 Eva li halekê ye ku  Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê roja çarşemiyê li bara  pêkanîna  navça  vala ji çek û sîlehan li Idlibê û derxistina  çekên giran ji wir li gor hevhatina  Sûçiyê navbera  Rûsiyê û Tirkiyê agahî da.

 Erdogan her wiha  li bersiva pirsekê li bara mehkemekirina Endrew Bronson qeşeyê emerîkî li girtîgeha  Tirkiyê  jî ji nûçegîhanên  ku li firîna vegerê ji Hangarînê pê re bûn îdia kir ku nikare mudaxilê li karê Teşkîlata Dadweriyê bike.