Cotmeh 11, 2018 17:19 Asia/Tehran
  • Bi sedan cerdevan ji kar hatin dûrxistin

Tirkiyê bi sedan cerdevanên kurd (gundparêz), bi hêceta ku alîkariya PKKê kirine, ji kar dûr xist û çekên wan jî ji wan stand.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihandiye, 635 cerdevanên kurd ji kar hatine dûrxistin û çekên wan jî ji wan hatine standin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku 559 cerdevan bi tohmeta endamtî, alîgirtî û alîkarîkirina “rêxistina terorê” ku mebest û qesta hikûmeta Tirkiyê PKK ye ji kar hatine dûrxistin û 76 cerdevan jî bi tohmeta qaçaxçîtiyê, bazirganî bi madeyên hişber û derbaskirina qaçax a penaberan ji kar hatine dûrxistin.

Tirkiyê sala 1985 bi hezaran kurdên Bakûrê Kurdistanê li dijî PKKê çekdar kir, navê wan jî danî “parêzvanên gundan”. Li gorî amarên fermî, herî kêm 70 hezar cerdeven li kêleka artêşa Tirkiyê bi awayekî aktîv şerê PKKê dikin. Derdora 48 hezarên wan meaş û mûçe distînin, yên din jî bê mûçe û bi awayekî xwebexş çek hilgirtine.