Cotmeh 10, 2018 09:29 Asia/Tehran
  • Wezîrê Berevanîya Tirkîyê: Perwerdeya hêzên hevpar ên tirk-amerîkî ji bo gerra hevpar li Minbicê destpê bûye

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand: Perwerdeyên hevpar ên hêzên amerîkî-tirk bi merema gera hevpar di çarçova nexşerêya Minbicê û isûlên ewlehîyê yên van hêzane de destpê bûne.

Li gorî rapora Kanala NTV`yê, Xulûsî Akar, Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê li axavtinekê bal kişand ser nexşerêya Minbicê û ragihand: Perwerdeyên hevpar ên hêzên amerîkî-tirk bi merema gera hevpar di çarçova nexşerêya Minbicê û isûlên ewlehîyê yên van hêzane de destpê bûne.

Wî got: Tirkîye û Amerîkayê wekî mutefiqên NATO`yê piştî lihevkirina derbarê Minbica Sûrîyê de heta niha gerrên leşkerî yên serbixwe lê bi hevdengîya tam li dar xistine. Niha jî perwerdeyên pêwîst ji bo gerrên hevpar destpê bûne.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê pêgirî kir ku desteya amerîkî ku wê di van perwerdeyan de pişkdar bibe di 2`yê Cotmehê de hatîye Gazî Entabê û got: Piştî kutabûna dewra perwerdê wê demajoya gerrên hevpar bi merema dabînkirina ewlehî û istiqrarê li deverê û girtina pêşîya çalakîyên komên têrorîst destpê bibe.