Îlon 18, 2018 19:46 Asia/Tehran
  • Çavuşoglu: Tirkiye dê hêzên zêdetir bişîne Idlibê

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand, ku pêwîst e ew hêzên zêdetir bişînin Idlibê.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu di civîneke çapemeniyê ya ligel wezîrên derve û bazirganiyê yên Urdinê de, derbarê rêkevtina Soçî ya navbera Tirkiye û Rûsyayê li ser rewşa Idlibê de axivî.

Çavuşoglu da xuyakirin, ku pêwîst e hin hêzên din wek piştevanî bişînin Idlibê û got: "Li gor rêkevtina Soçîyê sînorên Idlibê dê bên parastin. Di statuya wê de ti guhertin çênabin û her kes wê li cihê xwe bimîne."

Çavuşoglu herwiha da zanîn, ku li navçeya bê çek tenê dê sivîl bimînin û grûpên terorîst bên derxistin. Herwiha got ku dê navçeya bêçek ji grûpên radîkal were paqijkirin, lê xelk û opozisyona nerm wê li cihên xwe bimînin û agirbest were ragihandin.

Li gorî gotina Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê, ji 15`ê Cotmehê ve dê çekên giran ji navçeya bêçek bên derxistin, herwiha ji bo hêzên hikûmeta Sûrîyê nekevin Idlibê dê Rûsya tedbîran bike û herdû welat dê bi hev re kar bikin.

Duh êvaiya Duşembiyê Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin li bajarê Soçî civiyan û derbarê krîza Sûriyê û bi taybet rewşa Idlibê de gotûbêj kirin.

Erdogan û Putin piştre di konfranseke hevbeş a rojnamevanîyê de ragihandin, ku wan li ser rewşa Idlibê li ser sê xalan li hev kirine. Li gorî lihevkirina Erdogan û Putin dê li Idlibê navçeyên bêçek bihêne avakirin û çekên giran ji wan cihan bihêne derxistin.