Îlon 16, 2018 21:11 Asia/Tehran
  • Serokê CHP: Tirkîye ketîye nav qeyraneke aborîyê ya ciddî de

Serokê Partîya Komarxwaz a Tirkîyê (CHP) bal kişand ser qeyrana aborîyê li vî welatî û got: Em di nav qeyraneke aborîyê ya gellekî ciddî de ne.

Kemal Kiliçdaroglu serokê CHP bal kişand ser qeyrana aborîyê ya li Tirkîyê û ragihand: Em di nav qeyraneke aborîyê ya gellekî ciddî de ne. Eva destpêka qeyranekê ye ne dawîya wê. Dewlet divê derheq 3 babetên bingehîn de gellekî baldar pêngavan rake. Destpêkê divê rexneyan qebûl bike, baş guh bide rexneyên ku esnaf û pêşesaz hilêdixin. Heke hûn wan bitirsînin dêmokirasî tineye, ya duyem ew e ku divê hûn şefaf kar bikin. Dewleta ku şefaf kar neke di wê dewletê de sût û selem û gendelîya darayîyê derdikeve û ya sêyem jî divê mêkanîzma lêgerîn û kontrolê hebe.

Serokê CHP herwiha got: Di her qonaxekê de divê derbarê karên ku dikin de bersiv û hesabê bidin û Civata Bilind a Dadwerîyê,Meclis û Dezgeha Dadwerîyê çavdêrîyê ser karên dewletê bikin. Niha hîç yek ji wan 3 babetana tineye. Dewlet heta pêşnîyaran jî tamul nake.

Kemal Kiliçdaroglu di dewama xeberdana xwe de bal kişand ser mijara balafira bigengeşe ya mîrê Qeterê jî û got: Dema diaxivin dibêjin em ê desta ji aborîya sût û selemkirinê bikêşin. Dema van gotinan dibêje ji xwe re balafirê dikirre. Dibêje şêxê Qeterê wekî xelat daye min. Ez ji Erdogîn dipirsim: Ev balafira ya kî ye? Heke te kirrîye, te karekî şaş kirîye lê heke xelat e, dayîna balafireke bikarhatî wekî xelat bo te, şaşitîyeke mezintir e.