Îlon 16, 2018 16:33 Asia/Tehran
  • Erdogan: Amerîka hewil dide Tirkîyê ji hêla aborî ve têror bike

Serokomarê Tirkîyê careka din pêgirî kir ku Amerîka li pişt şerê aborî yê ku li dijî wî welatî hatîye birêxistinê ye.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê ku li koma endamên Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) diaxivî xwest ku rola lîrê tirka li ticareta bi welatên din re were xurtkirinê.

Wî herwiha got: Em pêrgî êrişekê bûne ku aborîya Tirkîyê kirîye armanc û daketina bihaya lîrê Tirkîyê hewildana dijmin ji bo têrorkirina Tirkîyê di hêla aborîyê de ye.

Dewleta Tirkîyê hewil ddie rewşa lîrê xwe misoger bike ku ji destpêka îsal ve heta niha nêzî sedî 40`ê bihaya xwe li hemberî dolarê Amerîkayê ji dest daye. Erdogan ji gel welatê xwe xwest ku diravên xwe yên zimhêrkirî veguherînin lîrê tirka û bawerîya xwe li diravê netewî bînin.