Îlon 16, 2018 12:17 Asia/Tehran
  • Nêzîkî 400 karkerên balafirxaneya nû ya Stenbolê hatin desteserkirin

Karkerên balafirxane herî mezin a cîhanê ku li Stenbolê tê çêkirin dest bi grevê kirin û dest ji karkirinê berdan. Herwiha di operasyonekê de nêzîkî 400 karker, berpirsên sendîkayan û rêveberê Înşaat Îşê, ji aliyê cendirmeyên Tirkiyê ve hatin binçavkirin.

Li balafirxaneya Stenbolê ya nû tê çêkirin zêdeyî 4 hezar karker bi sedema ku mercên wan ên kar giran in, ew weke kole têne xebitandin û destheqekî kêm bo wan tê dayîn, dest ji kar berdan. Leşker û polîs bi gazê û ava guj ketin dewrê.

Tê gotin ku duh na pêr du bas li hev ketin  û 3 kesan jiyana xwe jidest dan. Duh jî kesekî din mir.

Karmendê bi navê Kemal Tûrp jî got: “Dewlet radizê. Gelek biyanî jî li vir dixebitin û ew 600-700 dolar pere distînin. Ji me bêhtir distînin. Ewqas feqîr hene li vî welatî.”

Balafirxaneya ku zêdeyî 36 hezar kes niha lê kar dikin, dema qediya dibe mezintirîn balefirxaneya cîhanê. Biryara hikumetê ew e ku di 29ê cotmehê de sefer destpê bikin. Lê heke kêşeya heyî neyê çareserkirin, ihtimal heye hemû karkerên beşên din jî piştgiriya çalakiyê bikin. Piraniya karkeran kurd in.

Li gorî amarên fermî heta niha 30 karkeran di dema kar de jiyana xwe jidest dane. Lê karker didin zanîn ku tenê du rojan berî niha 4 kesan jiyana xwe jidest dane û qe nebe rojane karkerek di mercên giran de jiyana xwe jidest dide. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zuleyha Gulum jî hat qada înşaatê û piştgiriya karkeran kir.

Derbarê vê mijarê de Parlementera HDPê Zuleyha Gulum jî wiha axifî: “Xelkê weke koleyan didin xebitandin û karê wan girantir jî dikin. Ji karekran re dibên hun bo kole ne û tişta girîng bo me karkirine. Hikumet li aliyekî jî îdia dike ku ew li pişta karker û xizanan e. Waye hun rastiyê dibînin.”

Tê payîn ku balefirgeh di sala 2025an de bi temamî têkeve faaliyetê. Wê demê salane rêjeya rêwiyên ku bên û biçin jî digihîje 90 milyon kesî. Balafirxane dê salane 73 milyar lîre jî li aboriya Tirkiye zêde bike. Lê heke ew plansazî di dema xwe de bi cî bê.