Tebax 14, 2018 19:50 Asia/Tehran
  • Pêgirîya serokê Partîya Weten a Tirkîyê ser hevkarîya Enqere û Têhranê ji bo sekinîna li hemberî Amerîkayê

Serokê Partîya Weten a Tirkîyê pêgirî li ser hevkarîya Enqerê digel Komara Islamî ya Îranê ji bo sekinîna li hemberî boykotên Amerîkayê kir.

Dogu Perînçek serokê Partîya Wetenê li axavtinekê ragihand: Îran şirîkekî stratejîk, cînarekî bawerpêkirî û welatê herî girîng ê dabînkirê enerjîya Tirkîyê ye, lewma hevkarîya digel Têhranê ji bo sekinîna li hemberî gefên Amerîlayê pêwîst e û roleke jîyanê heye.

Serokê Partîya Wetenê herwiha got: Hevkarîya istiratêjîk a Tirkîye û Îranê û hevdengîya her du welatan li Sûrîyê bê guman dê bersiveke qahîm li hemberî gefên Amerîkayê be.

Perînçek herwiha got: Enqere li sîyaseta derve divê zûka desta ji sekinîna li hemberî Sûrîyê bikişîne û destê dostîyê dirêjî Şamê bike û hevkarîya xwe bi Çîn, Ûrsêt û Îranê re berfire bike.