Tebax 14, 2018 17:00 Asia/Tehran
  • Lavrov li civîna çapemenîyê ya digel Çavûşoglu de: Peywendiyên me yên ligel Tirkiyê pir baş in

Wezîrên karên derve yên Rûsîye û Tirkîyê li Enqerê civîyan û piştî vê civînê li civîneke çapemenîyê basa mijarên civîna xwe kirin.

Mevlût Çavuşoglu li civîna çapemenîyê ya hevpar digel Sergeyî Lavrov wezîrê karên derve yê Rûsîyê balkişande ser operasyona hikûmeta Sûriyê ya li İdlibê û got: “Li İdlibê 12 xalên me yên çavdêriyê hene. Dema rewşeke xirakirina agirbestê rûbide em ê bi hev re çareser bikin.”

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî behsa naveroka civîna xwe ya ligel hevtûşê xwe kir û got, ku wan li ser mijara Sûriye û bi taybetî İdlibê, pirsgirêkên Balkanan, Ukrayna û Qerebaxê gotûbêj kirine.

Lavrov balkişande ser peywendiyên Rûsya û Tirkiyê û got: “Peywendiyên me yên ligel Tirkiyê pir baş in. Niha hejmareke zêde ya geştiyarên rûs serdana Tirkiyê dikin. Em ê îsal rekordekî bişkênin.”

Derbarê mijara İdlibê de Lavrov diyar kir: “Me di hevdîtinê de basa tekoşîna li hember grûbên terorîst û herwiha avakirina devereke aram li İdlibê kir.”

Sergey Lavrov li ser qeyrana di navbera Amerîka û Tirkiyê de jî axivî û got, ku ew cezayên rêveberiya Waşîngtonê rast nabînin û got: “Ev ceza ne rewa ne. Hinek welat dibêjin pere di destê min de ye û ez dikarim li fîtikê bidim. Lê ev yek zêde berdewam nake. Dûr û nêzîk dê bandora dolar jî bişkê.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çavuşoglu jî li ser vê mijarê got: “Niha li Amerîkayê tevlîheviyek heye.”