•  Hevdîtina sefîrê Tirkiyê bi John Bolton re li Emerîkayê

Sefîrê Tirkiyê li Waşengtonê bi şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê re hevdîtin pêk anî û pê re li ser pirsgirêkên vê dawiyê di navbera her du welatan gotûbêj kir.

  Li gorî rapora ISNA`yê û ji zarê malpera nûçan a Politiko`yê, hevdîtina navbera John Bolton,  Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Emerîkayê û Serdar Kiliç, balyozê Tirkiyê li Waşengtonê li halekê cih hat ku piştî nakokiya vê dawiyê li peywedniyên her du welatan, erzişa lîra Tirkiyê li hember dular pir darketiye.

 Sara Senders, berdevka Koşka Sipî li daxûyaniyekê raghand ku ev hevdîtina li Koşka Sipî û ser daxwaza balyazê  Tirkiyê cih hat û her  du alî li bara dewama  girtina qeşeyê emerîkî li Tirkiyê û rewşa peywedniyên  navbera her du welatan gotûbêj kirin.

 Ev hevdîtina piştî wê cih hat ku Receb Teyib Erdogan, serokomarê Tirkiyê raghand ku welatê wî ketiye nava şerê aborî.

 Roja îniyê, Donald Trump serokomarê Emerîkayê, terîfeyên gumrukî yên sedî 50 ji bo kirîna alûminyom û polayê ji Tirkiyê cih anî û eva bû baîs erzişa lîreyê li hember dularê dakeve.

 

Aug 14, 2018 11:51 Asia/Tehran