Fermana teşkîlata dadweriyê ya Tirkiyê bona rawestana li ber alozkirên bazara diravên bîyanî
Teşkîlata dadweriyê ya Tirkiyê ferman da ku bi zûtirkê li hember alozkirên bazara diravên bîyanî û kesên ku bi weşandina nûçên sexte, aboriya Tirkiyê rastî nakokiyan tînin, rawestin.
Li gorî rapora Fars News`ê, Dogeriya giştî ya Stembolê îro duşemiyê ferman da ku li hember alozkirên bazara diravê neteweyî û sebebkarên daketina erzişa ne normal a diravê Tirkiyê li hember dular, rawestin.
Li gorî nivîsa rojnama Huriyet`ê û ji zarê Anadolunews`ê, dozgeriya Stembolê û taxima çavdêriya aborî ya Tirkiyê bi awayekî cida lêkolînên xwe ji bo rawestana li ber kesên ku gefê li ewlehiya aborî dixwen , destpê kirin.
Li gorî rapora Sky News`ê, heya niha çar kes ji ber alozkirina bazara diravê derve yê Tirkiyê û weşandina buhayên şaş li bara kêmkirina nirxa lîreyê li hember dular hatine girtin.
Li heftiyên buurî, erzişa lîreyê li hember dulara Emerîkayê kêm bû wisa ku serokkomarê vî welatî ji gel xwest ku bila dular, Euro û zêrên xwe bikin diravê neteweyî yê vî welatî da ku destê dewletê ji bo rawestana li ber qeyranê vekirîtir be.
Kêmbûna erzişa diravê Tirkityê her wiha li nava aloziyên navbera vî welatî û Emerîkayê qewimiye.
Peywendiyên Tirkiyê û Emerîkayê li salên buhurî ji ber meselên mîna piştgiriya eskerî ya Waşegtonê ji mîlîtanên kurdê sûrî,radestnekirina Fethullah Gulen û girtina qeşeyê emerîkî li Tirkiyê û hin pirsgirêkên din aloz bûye.