Tebax 13, 2018 18:19 Asia/Tehran
  • Plana Tirkîyê ji bo sekinîna li hemberî şerê ticarî yê Amerîkayê

Wezîrê xizînedarî û darayîyê yê Tirkîyê ragihand ku planek ji bo girtina pêşîya daketina bihaya lîrê tirka li hemberî dolarê amerîkî tê amadekirin.

Li gorî rapora malpera Rojnama Dayli Sabah a Tirkîyê, Berat Albayrak bi gotina vê yekê ku Trump lîrê tirka kirîye armanc, dîyar kir: Tirkîyê pêşnivîsa planeke taybet ji bo girtina pêşîya daketina bihaya lîre li hemberî dolarê Amerîkayê û jordaçûn û daketina bihaya diravên bîyanî li vî welatî amade kirîye.

Wezîrê xizînedarî û darayîyê yê Tirkîyê got: Daketina bihaya lîre pêngaveke aşkira li dijî aborîya Tirkîyê ye.

Berta Albayrak herwisan da xûyakirin, ku xala herî giring a plana wan a aboriyê ew e, ku li derveyî bûdceyê ti mesrefên din nekin û li ser vê yekê jî ligel wezaret û saziyên peywendîdar axivîne.

Albayrak anî zimîn, ku ew dê giringiyê bidin berhemên şîrketên navxweyî û piştigiriyê bidin berhemên wan û sîstema teşwîqê jî ji nû ve sererast bikin.

Şayanî gotinê ye ku lîrê tirka ji destpêka sala 2018`an ve heta nika sedî 40`ê bihaya xwe ji dest daye.