Tebax 13, 2018 18:07 Asia/Tehran
  • Almanê sîyasetên aborîyê yên Amerîkayê yên li dijî Tirkîyê rexne kirin

Wezîrê aborîyê yê Almanê sîyasetên serokomarê Amerîkayê yên zêdekirina baca gumrikê ya kel û melên ji Tirkîyê tên kirrînê rexne kirin.

Peter Altmaier wezîrê aborîya Almanê got: Şerê ticarî, geşatîya aborîyê ji nav dibe û dibe sedema babetên nû yên dilnyanebûna derbarê pêşerojê de.

Wî herwiha got: Tirkîye ji bo ewlehî û pêbawerîyê li Ewropayê girîng e û Bêrlîn û Enqere derbarê mijara koçberan de hevkarîyê dikin.

Wezîrê aborîya Almanê berî vîya jî sepandina boykotên Amerîkayê ser Îranê de re rexne kiribû.

Biryar e ku wezîrê aborîyê yê Almanê di 25 û 26`ê Cotmehê de bi merema berfirekirina peywendîyên aborîyê yên digel Tirkîyê seredana vî welatî bike û ji hêla din ve, Receb Teyîn Erdogan serokomarê Tirkîyê jî wê di meha bê de seredana Almanê bike.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê roja înîyê baca kirrîna bafûna ku ji Tirkîyê tê kirrînê sedî 20 û ya polayê jî sedî 50 zêde kir. Ev yeka bû sedema daketina bihayê lîrê tirka li hemberî dolarê amerîkî.