Tebax 13, 2018 18:06 Asia/Tehran
  •  Erdogan: Tirkiye teslîmî zext û boykotên Emerîkayê nabe

Serokomarê Tirkiyê destnîşan kir: Enqere teslîmî zext û boykota Emerîkayê nabe û dê wê pirsgirêkê derbas bike.

 Li gorî rapora IRNA`yê, Receb Teyib Erdogan, roja yekşemiyê, li axiftinekê li kongira parêzgehan a  partiya Dad û Geşeêdanê li bajarê Trabzona  Tirkiyê bal kişand ser vê yekê ku em rastî lîstikeke  siyasî û bi xerez hatine û cardinê xitabî Emerîkayê got: Enqere  dê bersiva gefên Waşegtonê bi micidî bide.

 Serokkomarê Tirkiyê got: Emerîkî tişta ku nekarîn bi darbe û kiryarên hander li dijî dewleta Enqere cih bînin, dixwezin bi pere  cih bînin û navê vê kiryarê eşkere şerê aborî ye.

  Erdogan her wiha got ku Waşengotin bi dularî, Tirkiye kiriye hedef,lê Enqere jî ji riyên din Emerîkayê dike hedef.

 Rayedarên  partiyên Tirkiyê jî reftara  Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li dijî Tirkiyê şaştiyeke  mezin da zanîn û destnîşan kirin ku Emerîka  bi dewama vê siyaseta  bi dijminatî dê Tirkiyê wek hevpeymanê xwe li navçê ji dest bide.

 Donald Trump li  axiftinên  bi gef li dijî tirkiyê got : Gerr Enqere, Endru Bronson, qeşeyê emerîkî bi zûtirkê azad nekin dê arstî boykotên  giştalî were.

 Dewleta Tirkiyê Endru  Bronson li Cotmeha 2016an  bi tawana  kiryarên terorîêstî,  sîxorî û peywendiya bi Koma Gulen re girt û  ew niha  li Tirkiyê d hewsa di nava malê de ye.

Enqere Fethullah Gulen, sebebkarê darbeya bêencama a 15 Tîrmeha 2016` an dizane,  lê Gulen xwe bi caran îdiaya dewleta Tirkiyê red kiriye.