Tebax 13, 2018 08:57 Asia/Tehran
  • Erdogan: Tirkiye teslîmî boykot û zextûzorên Amerîka nabe

Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku Enqere qet teslîmî van zextûzorû boykotên Amerîka nabe û dikare kirîzên çêbûyî jî bi xwe çareser bike.

Li gor rapora ajansa nûçan aIRNA`yê , Serokomarê Tirkîyê duh yekşemê licivîna alîgîrên AKP`ê li bajarê Tirabozanê wekî berteka li hemberî sîyaseta hişk û gefên serokomarê Amerîkayê yên li dijî wî welatî ragihand, Amerîka siyasetekî şaş li hemberî Tirkiyê girtiye ber xwe û bê şik Enqere bi hêz û qudret dê bersiva Amerîka bide.

Receb Teyîb Erdogan Bal kişande ser viya ku Ew siyasetên ku Amerîka li darbeya leşkerî ya işkestxwarî li nav Tirkiyê bi dû wan bû lê rastî işkestê hat, niha Waşîngton dixebite bi liv û tevgerên dijî Tirkiyê bigehêje wan û hema eşkera şerê abûrî dijî Tirkiyê ragihandiye.

serokomarê Tirkîyê bal kişand ser gotinên vê dawîyê yên Donald Trump ku gotîye ``divê Tirkîye heta saet 18:00 ê roja yekşemê qeşeyê amerîkî Andrew Brunson serbest berde``pêgirî kir: Amerîka nikare bi zimanê gefê gelê Tirkîyê bitewîne.

Erdogan bi gotina vîya ku fidakirina Tirkîyê di berdêla qeşeyekî de ne hêjayî şirîkatîya stratejîk e, dîyar kir: Tirkîye welatekî qanûnmend e û tu wexta ji çarçêva qanûnê dernakeve.

Serokomarê Tirkîyê herwiha Amerîka bi birêxistina şerê aborîyê li cîhanê tawanbar kir û got ku Tirkîye tivdîrên pêwîst ji bo ticareta bi diravê netewî digel Îran, Rûsya, Çîn û Ukraynê wekî welatên ku ticareta herî zêde bi wan re heye dike.

Erdogîn pêgirî kir ku heke welatên ewropî jî dixwazin ji dolar rizgar bibin, Tirkîye amade ye bi wan re li gorî şêwazeke wek ya digel Îran, Ûrsêt, Çîn û Urkaynê kar bike.