Tebax 12, 2018 18:39 Asia/Tehran
  • Ehmed Turk: Tenê bi demokrasiyê Tirkiye dikare ji krîza aborî û siyasî rizgar bibe

Siyasetmedarê navdar ê kurd Ehmed Turk dibêje krîza ku niha pêsîra Tirkiyê girtiye tenê bi demokrasiyê û siyaseta demokratîk tê çareserkirin.

Ehmed Turk li ser rewşa aborî û siyasî ya Tirkiyê ji rojnama Cumhuriyyet ya Tirkiyê re gotiye, li welatên ku her tişt di destê kesekî tenê de be, mirov nikare bêje her tişt rast e. Li Tirkiyê jî rewş wiha ye, çimkî her tişt û fermanek di destê serokomar (Erdogan) de ye. Ev jî ne siyasetek demokratîk e.

Ehmed Turk her wiha gotiye, eger tu bixwazî ji krîza aborî rizgar bibî, divê tu demokrasiyê pêş bêxî û siyasetek ya demokratîk hebe. Heta demokrasî nebe derketina ji kirîza aborî ne mumkin e.

Wî siyasetmedarê kurd amaje bi siyaseta hikûmeta AKPê û Erdogan li hember kurdan jî kiriye û gotiye, eger tu nîvê civakê dost û nîvê din jî dijmin bibînî, tu nikarî aboriya welêt geş bikî. Tu çi qasî mûçe zêde bik,î yan jî sektora taybet mezin bikî, tu nikarî xwe ji kirîzê xilas bikî, çimkî demokrasî nîne û siyaseta te jî demokratîk nîne...