Berdevkê Erdogan: Emerîka bi talûkeya jidestdayîna tam a Tirkiyêe rûbirû ye
Berdevkê serokomarê Tirkiyê got: Emerîka bi xetra jidestdayîn tam a Tirkiyê rûbirû ye.
Li gorî rapora malpera rojnama Miliyet`ê çapa Tirkiyê, Îbrahîm Kalîn li meqaleyekê di rojnama inglîzîziman a Daily Sabahê çapa Tirkiyê de nivîsî: Emerîka bi talûkeya jidestdayîna tam a Tirkiyê re rûbirû bûye, lê dewleta Tirkiyê hez dike pirsgirêkan ji riya dîplomatîk çareser bike.
Berdevkê serokomarê Tirkiyê her wiha got: Texmînkirina têkçûna dewlet û aboriya Tirkiyê piştî darbeya 15 Tîrmeha 2016`an ji aliyê koma Fethullah Gulen durust nebû û Tirkiye riya aramî û geşatiya aboriyê domand.
Wî li vê meqaleyê bi bîr xist: Nakokî û qeyrana siyasî navbera Waşengton û Enqerê piştî qebûlnekirina azadkirina Endru Bronson ji aliyê Tirkiyê gurtir bû û piştî boykot û zêdekirina teirifan bo derkirîna kelûmalên Tirkiyê bo Emerîkayê zêde bû.
Wî got: Kêmbûna lîreya Tirkiyê li hember dulara Emerîkayê dê bandorê ser viyan û îrdaeya Tirkiyê neke.
Berdevkê serokkomarê Tirkiyê her wiha got: Dewleta Barak Obama û Trump dijberên dewleta Tirkiyê bi mehna rawestana li ber koma terorîstî ya DAIŞê çekdar kirin.
Kalîn li vê meqalê got ku dûhata dijminatiya bi Tirkiyê re ji bo Emerîkayê dê giran tewa bibe û nivîsî: Tirkiye dê peywedniyên xwe bi welatên din re dê li gor hevkarî, wekhevî û berjewendiyên hevpar berfireh bike.