Tebax 12, 2018 13:18 Asia/Tehran
  • Xebata Tirkiyê bona behregirtina ji parê netewî li dan û istandinên tecarî tev Îranê

Serokkomarê Tirkiyê got: Tirkiye bi dû behregirtina ji diravê netewî li dan û istandinên xwe yên tecarî tev Komara îslamî ya Îranê, Çên û Rûsiyayê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, Receb Teyib Erdogan Serokomarê Tirkiyê di civîna Encûmena Şêwirmendiyê ya AK Partiyê de li bajarê Rîze bal kişande ser kêmbûna erzişa diravê netewî yê vî welatî li hemberî dolarê Amerîka û ragihand:  krîza di navbera Amerîka û Tirkiyê de dirust bûye, ne pirsa Dolar, Euro û zêr e, belkû şerekî aborî li dijî Tirkiyê ye.

Erdogan got, piştî ku derbeya leşkerî ya sala 2015an têk çû, ev sizayên Amerîka yên vê carê hewleke din e ji bo jinavbirina Tirkiyê ye di riya aboriyê re.

Erdogan gef li Amerîka xwar û got: “Ewên hewla têkbirina Tirkiyê bidin, dê baca wê yekê bidin.”

Wî got:  Tirkiye dê bi pereyên netewî bazirganiyê bi Çîn, Rûsya, Îran û welatên din re bike û Tirkiye amade ye jî bi welatên Ewropayê jî wiha bike, heger xwastin ji bin bandora Dolar derkevin.

Erdogan ew yek piştrast kir, Waşingtonê moleta ta îro demjimêr 18:00 daye Enqerê ta keşeyê Amerîkî Andrew Brunson serbest berde.

Serok komarê Amerîka Donald Trumproja îniyê ragihandibû ku wî baca li ser  aluminyûm û pola ji Tirkiye du caran zêde kiriye, ji ber vê bacê jî nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket.