Tebax 12, 2018 10:38 Asia/Tehran
  • Îbrahîm Kalîn: Tirkiye teslîmî xwestekên Amerîka nabe

Berdevkê serokkomarê Tirkiyê bal kişande ser viya ku Enqere teslîmî boykot û gefên Amerîka nabe destnîşan kir: Xetera jinavçûna hevalbendiya di navbera Amerîka û Tirkiyê heye.

Li gor rapora ajansanûçan a Fars Newsê, Îbrahîm Kalîn berdevkê Serokatiya Tirkiyê  derbarê pêwedniyên aloz ên Tirkiyê û Amerîka de ragihand:Enqere teslîmî boykot û gefên Amerîka nabe destnîşan kir: Civata Tirkiyê dijî siyasetên Amerîka ye.

Kalîn got: Li hemberî van cure gef û boykotên Amerîka dijî Tirkiyê îradeya gelê Tirkiyê li hemberî Amerîka qahîmtir dibe û dewama van boykotên Amerîka dijî welatên cîhanê, bê şik Amerîka bitenê dihêle.

Kalin tekez kir, ku welatê wî, beramberî gef û fişarên Amerîka xwe naçemîne û got: Pilanek heye Amerîka bi yekcarî Tirkiyê jidest bide.

Bi dû gêreyên li peywendîyên Enqere-Waşîngtonê têkildarî meseleya keşîş Branson û bêencambûna seredana desteya muzakirekir a Tirkîyê ku ji bo çareserkirina qeyrana di navbera her du alîyan de çûbû Waşîngtonê, Donald Trump serokomarê Amerîkayê ragihand ku heqê gumrikê yê kirrîna pola û bafûnê ji Tirkjîyê 2 qatî zêde dike.

Li Twitta serokomarê Amerîkayê Donald Trump,wiha hatîye: “Ji bo kêmkirina kirrîna pola û zêdekirina bikaranîna berhemên navxweyî, min biryar da ku ji 13`ê Tebaxê ve, heqê gumrigê yê pola ku ji Tirkiyê tê kirrîn, pêwîst e bi rêjeya ji sedî 50 were zêdekirin û ev guncaw e.”

Wezîrê Bazirganîyê yêAmerîkayê, Wilbur Ross jî di daxuyaniya xwe de got: “Serokomar Trump rêjeya %25 a gumriga hesinê pola ku ji Tirkiyê tê hawirdekirin, bo %50 zêde kir.”

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandibû, heqê gumrigê yê li ser pola û alumînyumê dê bike du qat û %50 û %20 baca gumrigê li ser wan bisepîne.

Ev pêngavên serokomarê Amerîkayê li hemberî Tirkîyê li halekî ne ku aborîya Tirkîyê tûşî rewşeke xirab bûye û bi dû hilbijartinên 24`ê Hezîranê bihaya lîrê tirka li hemberî dolarê amerîkî sedî 37 daketîye.