Tebax 12, 2018 10:28 Asia/Tehran
  • Serokê parlemana Tirkiyê Amerîka bi şerxwaziyê tawanbar kir

Serokê parlemana Tirkiyê Amerîka bi şerxwaziya abûrî li cîhanê tawanbar kir

Li gor rapora ajansa nûçan a Anadoliyê ,Serokê Parlemantoya Tirkiyê Bînalî Yildirim radigihîne, sizayên Amerîka şerê cîhanê yê aborî dirust dike û banga dirustkirina eniyekê kir.

Binalî Yildirim derbarê sizayên Amerîka li ser Tirkiyê û daketina nirxê Lîreya Tirkî bi awayekî berçav de li Twittera xwe nivîsî, ew sizayên rêveberiya Trump yên li dijî Tirkiyê şerekî aboriyê yê cîhanî dirust dike.

Yildirim tekezî li ser wê yekê kir, gefên Amerîka li ser Tirkiye, Îran û Rûsya ti bandorekê li ser wan welatan nake û daxwaz kir ew her sê welat bereyekî nû li dijî rêveberiya Trump pêk tînin.

Serokê Parlemantoya Tirkiyê herwiha got, Amerîka ti girîngiyê nade hevpeymanên xwe û tenê girîngiyê dide Dolar.

Serok komarê Amerîka Donald Trumproja îniyê ragihandibû ku wî baca li ser  aluminyûm û pola ji Tirkiye du caran zêde kiriye, ji ber vê bacê jî nirxê Lîreya Tirkî li hember Dolara Amerîkî bi awayekî mezin daket.

Receb Tayip Erdogan serokkomarê Tirkiyê jî gef li Amerîka kir, da ku fişarên xwe li ser welatê wî rawestîne û got: Heger Amerîka dev ji bêrêziya li dijî Tirkiyê bernede, wê hevpeymaniya wan bidawî bê.