Tebax 09, 2018 12:07 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê 5 tawanbarên endamtiya nav Koma Gulen hatin girtinê

Çekdarên Tirkiyê çar gumanbarên endamtiya li nav Cemaeta Fethullah Gulen girtin.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Anatoliyê ya ser bi hikûmeta Tirkiyê, Çar kesên ku roja Çarşemiyê bi tawana endamtiya nav Cemeta Gulen li sînorê Tirkiye û Yewnanê hatin girtinê, dil hebûn ji wî welatî birrevin.

Li gorî vê raporê, Çekdarên Tirkiyê her wiha kesek ku kesek ku dil hebû alîkariya van çar gumanbarê desthebûna li darbeya serneketî ya Tîrmeha 2016an bike, girtin.

Li vî halî, Rûken Demir rojnamevanê tirkiyeyî îro bi tawana ``Propaganda û Piştgiriya ji PKKê`` ji aliyê polîsê ewlehiyê yê bajarê Diyarbekirê va hat girtinê û piştî lêpirsînê sewqî zindanê hat kirin.

Zindanîbûna zêde ji 150 nûçegihanan li Tirkiyê piştî darbeya serneketî ya artêşa Tirkiyê, bûye sebeba bertek û rexneyên berfireh di asta cîhanî da û li gorî ragihandina Rêxistina Nûçegihanên Sînornenas, Tirkiye di dawiya pilebendiya mêdyayên azad li asta cîhanî da cih girtiye.