Tîrmeh 21, 2018 11:14 Asia/Tehran
  •  Tirkiye kirîna niftê ji Îranê didomîne

Çavkaniyên nêzîkî şîrketa niftê ya Topraşê ya Tirkiyê raghandn ku ev şîrketa piştî derketina yekalî ya Emerîkayê ji rêketina navokî û vegerandina boykotan li dijî Têhranê, kirîna niftê ji Îranê didomîne.

 Çavkaniyeke  nêzîkî şîrketa niftê ya Topraşê ya Tirkiyê roja îniyê ji Reuters`ê re got: Ev şîrketa naxwaze kirîna niftê ji Îranê heta piştî cihanîna  boykotên  Waşengtonê li dijî Têhranê jî qut bike.

 Şîrketa niftê ya Topraşê li 4 mehên destpêka salê bi awayekî navîn rojê 187 hezar û 196 bermîl nift ji Îranê kiriye.

 Dewleta Tirkiyê ku ji rexnegirên boykota Emerîkayê li dijî Îranê ye bi caran raghandiye ku Enqere peywendiyên xwe yên ticarî tev Têhranê li gor nihêrîn û siyasetên  welatên din qut nake.

 Dewleta Emerîkayê 8 Gulanê ji rêketina navokî derket û piştî wê ragahnd ku 4 Mijdara 2018`an  dê derfirotina  nifta Îranê dê bighîne sifrê.

  Hema li vê çarçoveyê, Waşengtonê ji welatên cîhanê xwestiye ku wek beşek ji boykotên aborî li dijî Têhranê, derkirina niftê ji Îranê bighîne sifrê.

 Waşengtonê destnîşan kiriye ku welatên  ku bi Îranê re evkariyê bikin, dê bazarên  Emerîkayê  ji dest bidin û dê rastî cirîmên  giran werin.

 Piraniya welatên cîhanê ragahndine ku  dê riya Emerîkayê neşopînin.

 Derketina Emerîkayê ji rêketina navokî rastî djberiyên  berfireh ên navxweyî û navneteweyî hatiye.