Berbendên endametîya Tirkîyê li YE`yê
karzanekî meselên sîyasî yê Tirkîyê got ku guhertina sîstema hikûmetê li vî welatî, nabe sedema endametîya Tirkîyê li YE`yê.
Îhsan Kaçar çavdêrê meseleyên sîyasî û rêvebirê malpera ÎZ NEWS`ê li hevpeyvîna digel radyoya Trikîya Istenbolî ya Îranê têkildarî îhtimalên endametîya Tirkîyê li YE`yê bi dû guherîna sîstema hikûmetê li vî welatî pêgirî kir: Her du alî di vî warî de bi hev ra rast nabêjin û her yek bi dû bidestxistina berjewendî û serpişkîyên zêdetir e.
Kaçar bi gotina vîya ku sîyasetên Tirkîyê yên vejîyandina emperatorîya osmanîyan berovajî endametîya li YE`yê ne, dîyar kir ku wer xûya nake guhertineke taybet û berbiçav têkildarî endametîya Tirkîyê li YE`yê pêk were.
Rêvebirê malpera nûçan a IZNEWS`ê, pêgirî kir ku YE`yê anegorî welatên din, şert û mercên girantir ji bo endametîya Tirkîyê li vê yekitîyê berçav girtine û got ku YE ji welatên mesîhî pêk hatîye û xwezayî ye ku endametîya Tirkîyê li vê yekitîyê dê hêsan nebe.
Kaçar pêgirî kir ku Tirkîye jî bêyî ku pîvanên ku YE`yê xwestine ji wan guhertinên destûra bingehîn û dayîna azadîyên civakî li vî welatî dabîn bike, bi dû wê ye ku xwe li vê yekitîyê bide qebûlkirinê.