Tîrmeh 15, 2018 18:07 Asia/Tehran
  •  Balyozê Tirkiyê li Têhranê: Enqere, boykotên yekalî rewa û kêrhatî nizane

Balyozê Tirkiyê li Têhranê, bal kişand ser vê yekê ku welatê wî siyaseta boykotên yekalî rewa û kêrhatî nizane û got: Tirkiye siyasetên xwe li gorî viyana sepandî ya welatên din ji wan Emerîkayê kivş nake.

 Riza Hakan Tekîn, îro yekşemiyê li duwemîn salvegera darbeya leşkirî ya Tirkiyê, li civîna rojnamevaniyê destnîşan kir: Siyaseta Tirkiyê li bara boykotên  yekalî eşkere û diyar e û Enqere li dewana  boykotên  berê jî li pişta  gelê Îranê sekinîbû.

 Balyozê Tirkiyê li Têhranê, Îranê welatekî giring li cînaretiya  Tirkiyê da zanîn û got: Îran û Tirkiye peywendiyên  aboriyê yên zav û berfireh hene û li warên siyasî, berevanî, ewlehiyê jî hevkarî û berjewendiyên  hevpar ên du welatan pir zêde ne.

 Wî her wiha ji piştgiriya dewlet Îranê ji dewleta Tirkiyê li şeva darbeyê spasî kir û got: Koma Gulen li 160 welatan, saziyên  teblîxî û hîndekariyê heye û kiryarên  vê rêxistinê zengileke xeterê ji bo welatên din e.

 Hejmarek ji eskerên artêşa Tirkiyê, 15 Tîrmeha 2016an  hewl didin ku cihên stratejîk ên mîna  navenda fermandehiya erkantiya artêşa Tirkiyê û balefirgehan  dagir bikin, ku piştî çend sietan kiryarên wan rastî işkestê hat.

 Balyozê Tirkiyê li Îranê, her wiha li bara  qeyrana Sûriyê, destnîşan kir: Sûriyê rêçareya eskerî tine û divê li gor rêçareya siyasî tev bigerin û Tirkiye jî hema vi vê têgihêştinê, derbasî pêvajoya Astanê bûye.

 Muzakirên Astanê ji Çilla 2017`an   ve bi însiyatîva  Komara Îslamî ya Îranê û hevkariya  Rûsiyê û Tirkiyê, bi armanca  damezrandina aşitiyê li Sûriyê destpê bûye.