Tîrmeh 13, 2018 19:10 Asia/Tehran
  • Rewşa Awarte tê rakirinê, tivdîrên ewlehîyê tên şidandinê

Hikûmeta Tirkîyê piştî rakirina Rewşa Awarte li deverên kurdnişîn ên vî welatî wê tivdîrên ewlehîyê giran bike.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Reutersê, bi nêzîkbûna dema ku hikûmeta Tirkîyê ji bo rakirina Rewşa Awarte kivş kirîye, çavkanîyên dewletê idia kirin ku dewleta vî welatî ji bo dewra piştî Rewşa Awarte bi merema dabînkirina ewlehîyê dê karekî nû bike lê çavkanîyên nedewletî li Tirkîyê ser vê bawerê ne ku ew karê nû tiştek bilî şidandina tivdîrên ewlehîyê li deverên kurdnişîn ên Tirkîyê nabe.

Du çavkanîyên haydar li Tirkîyê ragihandin ku AKP bi serokatîya Erdogan serokomarê v îwelatî piştî rakirina Rewşa Awarte li vî welatî piştî çend salan ku daxwaza gellek welatî û çalakên medenî û nemaze kurdên Tirkîyê bûye, niha dil heye bi heceta garantîkirina dewama şerê dijî têrorîsmê, li deverên curbicur baregehên ewlehîyê damezirîne.

Yek ji wan du çavkanîyana ku berpirsekî pilebilind ê AKP ye, dibêje ku li gorî ihtimaleke zêde ew baregehên ewlehîyê di dawîya vê mehê de û hevgavê kutabûna Rewşa Awarte li deverên curbicur ên Tirkîyê nemaze li deverên kurdnişîn ên vî welatî bên danînê.

Tirkîyê bi dû derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmeha sala 2016`an Rewşa Awarte ragihand û bi heceta vê Rewşê dest bi girtina berfire ya neyar û rexnekirên xwe û tepeserkirina wan kir.