Tîrmeh 12, 2018 17:43 Asia/Tehran
  • Tirkek wek berdevkê HDP hat bijartin

Partiya Demokiratîk a Gelan (HDP) li daxûyanîyeke fermî, Sarûhan Ûlçû alîkarê hevserokên HDP û nûnerê Stenbolê li parlemana vî welatî wek berdevkê nû yê vê partîyê bijart.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, HDP piştî civîna civata navendî ya vê partiyê, li daxûyanîyeke fermî Sarûhan Ûlçû alîkarê hevserokên HDP û nûnerê Stenbolê li parlemana vî welatî wek berdevkê nû yê vê partîyê bijart.

Li daxûyanîya HDP hatîye ku bi dû bijartina Ayhan Bîlgen berdevkê berê yê HDP wek serokê fraksyona vê partîyê li parlemana Tirkîyê, Sarûhan Ûlçû nûnerê Stenbolê wek berdevkê nû yê vê partîyê hatîye hilbijartin.

Sarûhan Ûlçû yek ji parlemanterên tirk ên HDP ye ku di sala 1958`an de li Istenbolê hatîye dinyayê  û xwendina xwe li Almanyayê kuta kirîye. Wî di dehsaliyên 80 û 90`î de rojnamegerî dikir û di dawîya dehsalîya 90`î de digel sîyasetvanên din Partiya Azadî û Berxwedanê damezirand û bi salan alîkarê serokê vê partiyê bû. Ew herwiha yek ji damezirînerên HDP tê hesêb û berî vîya jî wek alîkarê hevserokê HDP bû.