Tîrmeh 11, 2018 13:46 Asia/Tehran
  • Erdogan û Eliyêv daxwaza berfirehkirina peywendiyên navbera Tirkiyê û Komara Azerbaycanê kirin

Îlham Eliyêv û Receb Teyb Erdogan serokkomarên Komara Azerbaycanê û Tirkiyê li Press konferansa hevpar li Bakûyê ser berfirehkirina peywendiyên navbera du welatan sekinîn.

Li gor rapora IRIB News`ê, Li vê press konferansê Îlham Eliyêv bilî diyarkirina rezamendiya xwe li bara peywendiyên curbicur di navbera Komara Azerbaycanê û Tirkiyê bi taybet li babeta abûrî û got: ``Komara Azerbaycanê heta niha 13.9 milyard dolarî li Tirkiyê sermiyan daniye û Tirkiyê jî 12 milyard dolar li Komara Azerbaycanê sermiyan daniye.

Wî hevkariyên Komara Azerbaycanê û Tirkiyê li babeta enirjiyê jî baş nirxand û çêkirina riya boriya Trans Anatolî (Tanap) li nav axa Tirkiyê bona şandina gaza siroştî ya Komara Azerbaycanê bo Ewrûpayê ji van cure xebatên baş û berbiçav da zanîn.

Eliyêv her wisa ji siyasetên Tirkiyê li hemberî mesela Qerebaxê jî qedrzanî kir.

Serokkomarê Tirkiyê jî li vê press konferansê got: Tirkiyê pêsparteya xwe li hemberî Qerebaxê heta niha cih aniye û hîn jî li vê barê dê dewamê bide xebatên xwe.

Erdogan her wisa bal kişande ser viya ku pirsgirêkên riya erdî di navbera Tirkiyê û Nexcewanê jî çareser bûye û got: Xelkê Nexcewanê dikarin ji îmkanên Tirkiyê yên wekî nexweşxaneyên Tirkiyê yên ser navçên sînorî behreyê werbigrin.

Serokkomarê Tirkiyê Sêşemiyê li ewil sefera xwe ya derveyî piştî serketina li hilbijartina 24ê Hezîranê seredana Komara Azerbaycanê kir.