Hezîran 25, 2018 13:54 Asia/Tehran
  • Dengdana li hemberî hilbijartina Tirkiyê

Karbidestên derecebilind ên hinek ji welatên cîhanê peyamên pîrozbahiyê ji bo Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê şandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Anatoliyê, Serokkomarên Îran, Komara Azerbaycanê, Mecalistan, Albanî,serokê teşkîlata xweîdareker a Filistînê, Rûsiya û hinek ji karbidestên derecebilind ên welatên din ên cîhanê serketina Erdogan û AKP li hilbijartina pêşwexte Tirkiyê li wî pîroz kirin.

Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê îro Duşemê li peyama xwe ya pîrozbahiya serokkomariya Erdogan hêviya xwe da diyarkirin ku li dewra nû, peywendiyên dostane û bi biratî yên di navbera Komara îslamî ya Îranê û Tirkiyê pirtir ji berê qahîm bibe û hevkariyên nîzik û berpirsyaraneye her du welatan li ser alûgorên navçê û cîhana îslamê rewşeka baştir ji bo çareserkirina pirsgirêkan û qahîmkirina aşitî û ewlehî û tenahiya navçê amade bike.

Îlham Eliyov serokkomarê Azerbaycanê jî li gotûbêja xwe ya telifûnî tev Receb Teyib Erdogan , bijartina wî wekî serokkomariya Tirkiyê lê pîroz kir û destnîşan kir: Tirkiye li 16 sal dewrana hukmdariya Erdogan kariye cî û mewqiya xwe ya navnetewî ji hêla abûrî va qahîmtir bike.

Îlham Eliyov herwisa bal kişande ser çawaniya berfirehtirbûna peywendiyên di navbera Komara Azerbaycanê û Tirkiyê, ji Erdogan bona sefera bo Bakûyê dewet kir.

Mehmûd Ebas serokê teşkîlata xweîdareker a Filistînê jî li gotûbêja xwe ya telifûnî tev Receb Teyib Erdogan serketina wî li hilbijartina serokkomariya Tirkiyê lê pîroz kir û ragihand ku hilbijartina Tirkiyê proseyekî demokratîk bû.

Erdogan jî li vê gotûbêja xwe ser dewama piştevaniya Tirkiyê ji gelê Filistînê destnîşan kir.

Serokomarê Qezaqistanê Nezerbayêv jî li peyama xwe ya pîrozbahiyê bo Erdogan  li ser navê xwe û gelê xwe, pîrozbahî da Serokomar Erdogan û wiha got, "Encamên hilbijartinê nîşan dan ku gelê Tirkiyeyê qîmeteke mezin dide xebatên ku hûn wekî serokomarê welatê xwe dikin û piştgiriyê didin reformên we yên siyasî û aboriyê."

Serokkomarê Rûsyayê Vladîmîr Putîn jî ji ber serkeftina hilbijartinê pîrozbahî da Serokomar Receb Teyîb Erdogan.

Di daxuyaniya nivîskî ya Kremlînê da hat ragihandin ku Putîn ji ber serkeftina AKP Partiyê û ji ber ku Erdogan careke din wekî Serokomar hat hilbijartin, jê ra peyama tebrîkê şand.

Hilbijartinên zûdem ên serokomarî û parlimanê yên Tirkîyê duh 24`ê Hezîranê bi rê ket.

 Li gorî guherînên qanûna  binghîn a Tirkiyê ku sala par hat pejirandin, sîstema hikûmetî ya vî welatî ji nizama parlemanî guherî ser nizama serokatiyê û hilbijartinên serokomariyê 24 Hezîrana  Îsal li çarçoveya nizama nû tê hesabê ku bi cihanîan wê, serokkomar dê desthilateke zêdtir peyda bike û tev wêdebirina posta serokwezîriyê  dê serokatiya dewletê jî bigre istûyê xwe.

6 kes li nav Tirkiyê bûne berbijarên serokkomariya vî welatî.

Erdogan serokkomarê nihaye Tirkiyê, Temel Karamolaoglu serokê partiya Seadet, Muherem Înce berbijarê CHP`ê, Dogu Pirînçek serokê partiya Weten, Meral Akşiner seroka IYÎ partiyê û Selahedîn Demîrtaş hevserokê berê yê HDP`ê namzedên hilbijartina serokkomariya Tirkiyê bûn.