Kutabûna dengdayîna hilbijartinên serokomarî û parlemanî ya Tirkiyê
Derfeta dengdayînê li navendên dengwergirtinê li Tirkiyê saet 17:00 li gor dema herêmê bi dawî bûye.
Li gor rapora ISNA`yê, û ji zarê Reuters`ê, tê texmîn kirin ku hejmatina dengên hilbijartinên serokomariyê bi zûtî destpê bibe û piştî bidawîbûna hejmartina dengên ji bo serokomariyê, muhtemel e dengên hilbijartina parlemanê bên hejmartin..
Zêde ji 56 milyon kesan dikarîn dengê xwe bidin. Îro ji seat 08:00 dengdayîna ji bo hilbijartina serokomarî û parlemanê li 180 hezar û 65 sindpqan li 81 parêzgehên Tirkiyê despê kir û hat ragihandin ku ev dengdayîna serê saeta 17:00 bi dawî bûye.
Pêştir Sadi Güven, serokê Komîta Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragahnd ku kedkarên komîta hilbiajrtinê ji bo raghandin encamên hilbijartina serokkomarî û parlemanî piştî saetên dawiya dengdayînê û beriya nîvên şevê dê hewl bidin.