Hezîran 21, 2018 18:05 Asia/Tehran
  • Selahedîn Demirtaş: Ez rehînekî sîyasî me

Berbijarê Partîya Dêmokiratîk a Gelan yê hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê got: Erdogan ji bo bidestxistina armancên xwe yên sîyasî ez di zîndanê de ragirtime.

Selahedîn Demîrtaş Berbijarê Partîya Dêmokiratîk a Gelan lê hilbijartinên serokomarîya Tirkîyê li nivîsarekê ku li Rojnama New York Times`ê hat weşandinê nivîsî: Hemî berbijarên hilbijartinên serokomarîyê ragihandine ku divê ez bêm berdanê û berevanîya min kirin ji ber ku dizanin hikûmetê ji bo ku bigihêje armancên xwe ez di zîndanê de ragirtime. Wî got ku berbijarên partîyên dijber li hilbijartinên Tirkîyê fem kirine ku heke ez azad bim dê şansê serketina Erdogîn gellekî kêm bibe.

Demirtaş li dewama vê nivîsarê dibêje ku Ez ji zîndaneke gellekî parastî li Edirnê, bajarek li bakura rojavaya Tirkîyê û gellekî dûrî mal û malbata xwe li nêzîkî sînorê Bulgaristanê vê meqalê dinivîsim. Ez 20 mehan berî niha hatim girtin. Dema ku ez parlimanter û endamekî HDP`ê bûm û li hilbijartinên herî dawîyê min 6 milyon deng bi dest xistibûn.

Selo li dewama v meqalê nivîsîye ku tawanên ku dozgeran li cezanameya dijî min hilêxistine hemî li gorî axavtin û helwestên min ên sîyasî ne. Heke dezgeha dadwerîya Tirkîyê xwe li hemberî zexta hikûmetê netewanda û tenê pêbendê destûrê ba, lidarxistina civîneke dadgehê ji bo muhakimekirina min zêdetir ji salekê nedigirt ber xwe. Girtina min biryareke sîyasî ye. Ez rehînekî sîyasî me.

Selahedîn Demirtaş gotîye ku di havîna sala 2015`ê de demajoya aştîyê tûşî işkestê bû û careka din pevçûn li deverên kurdnişîn destpê bûn. Partîya me ji bo ku bi gotûbêjê pêşîya pevçûnan bigire, ya ji dêstî hat kir. Erdogan bi dû cezakirina wan kurdan e ku pirranîya parlimanê ji destê partîya wî derxistin û hevgavê vê yekê dil hebû dengên netewperestan bi dest bixe.

Demirtaş li pişkeke nivîsara xwe dibêje ku hilbijartinên 24`ê Hezîranê dê pêşeroja Tirkîyê dîyar bikin. Her berberbijarê ku piştgirîya kurdên Tirkîyê yanî derdora yek ji 5`ê nifûsa 81 milyonî ya Tirkîyê bi dest nexe û guh nede daxwazên kurdan ji bo aştîyê, li gorî amaran tu ihtimalek tineye ku bikare li hilbijartinan ser bikeve.

Pervîn buldan hevseroka HDP li mîtînga vê partîyê li Amedê axivî û pêgirî kir ku gelê Tirkîyê bi tu awayî mehkûmê Erdogîn nîne.

Buldanê li dewamê hevalbendîya Cimhûrê rexne kir û got: Ev hevalbendîya bi wateya tam a ``sifrika guran`` e. Li ser vê sifrikê dixwazin Tirkîyê bizvirînin dehsalîya 90`î lê, kurd careka din nazvirin ser wê rewşê. Me rê nadin vî karî. Ew bilî şêrr tu wadeyeke din nadin welêt. Ew çûn kerkûk û Efrînê. Niha jî dixwazin herin Minbic û Qendîlê lê, gelê Tirkîyê îzna vî karî nade.

Li gorî nûçeyeke din, postêrên Demirtaş li ser rêya derbasbûna Erdogan li Rihayê bi alaya Tirkîyê hatin pêçandinê.

Şaredarîya Rihayê dema seredana Erdogan bo vî şarî hemî postêrên Selahedîn Demirtaş li ser rêya derbasbûna Erdogan ji balafirgehê heta cihê mîtîngê bi ala Tirkîyê nuxumandin.