Hezîran 21, 2018 15:57 Asia/Tehran
  • Serokwezîrê Tirkîyê: 30 hezar koçberên sûrî dikarin li hilbijartinên 24`ê Hezîranê pişkdar bibin

Serokwezîrê Tirkîyê ragihand ku 30 hezar penaxwazên sûrî dikarin li hilbijartinên serokomarî û parlimana wî welatî di 24`ê Hezîranê de pişkdarîyê bikin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê ku li Izmîrê diaxivî got ku ji nav koçberên sûrî yên li wî welatî, 30 hezar kesî mafê welatîbûna Tirkîyê wergirtine û dikarin di hilbijartinên 24`ê Hezîranê de pişkdarîyê bikin.

Wî koçberên sûrî wekî ``mêvanên Tirkîyê`` bi nav kirin û idia kir, ev koçberana di demeke nêzîk de bi dû pêkanîna ewlehîyê li Sûrîyê, dê bizvirin welatê xwe.

Li gorî raporan, Tirkîye mazûvanîya 3 milyon û 900 hezar penaberên bîyanî dike.