Hezîran 21, 2018 12:36 Asia/Tehran
  • Buldan li mîtînga Dîyarbekrê: Em nahêlin careka din kurdan bizvirînin dehsalîya 90`î

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya hilbijartinên giştî yên 24`ê Hezîranê de li bajarê Amedê mitîngek lidar xist. Mîtînga ku tê gotin piştî Newrozê li Qada Îstasyonê girseya herî mezin civiya.

Pervîn buldan hevseroka HDP li mîtînga vê partîyê li Amedê axivî û pêgirî kir ku gelê Tirkîyê bi tu awayî mehkûmê Erdogîn nîne.

Pervîn Buldanê axavtina xwe wiha domand: Bi hevalbendîyên ku li Istenbolê pêk anîne û kesên wek Tanso Çîller, Mehmed Agar û Sedat Peker û hwd kirine hevrêyên xwe, careka din nîşan dan ku dijminatîya li hemberî kurdan berdewam e. Wê herwiha got: Mehmet Agar ew kesa ye ku di dehsalîya 90`î de kurd bi awayekî zindî di bîrên asêdê de şewitandin.

Buldanê li dewama rexnekirina hevalbendîya Cimhûrê got: Ev hevalbendîya bi wateya tam a ``sifrika guran`` e. Li ser vê sifrikê dixwazin Tirkîyê bizvirînin dehsalîya 90`î lê, kurd careka din nazvirin ser wê rewşê. Me rê nadin vî karî.

Wê li dewama xeberdana xwe got: Ew bilî şêrr tu wadeyeke din nadin welêt. Ew çûn kerkûk û Efrînê. Niha jî dixwazin herin Minbic û Qendîlê lê, gelê Tirkîyê îzna vî karî nade.

Hevseroka HDP li dawîyê got: Em ê dengên ku gel dide biparêzin. Bila her kes guh bide dengê wîjdanê xwe û zilma ku lê hatîye kirinê ji bîr neke. Selahedîn Demirtaş ji bîr nekin.