Hezîran 20, 2018 20:30 Asia/Tehran
  • Demirtaş: Bêyî guhertina desthilatê, pêvajoya çareseriyê ne pêkan e

Namzedê HDP÷ê yê serokomariya Tirkiyê Selahedîn Demirtaş got, "jinûvedestpêkirina pêvajoya çareseriya pirsgirêka kurdan bêyî guhertina pergala desthilatê li Tirkiyê ne pêkan e."

Selahedîn Demirtaş got: " Ji ber hevpeymanên AKP`ê yên eşkere û nepenî, ne pêkan e ku hikûmeta AKP`ê viyan û hêzê nîşan bide da ku bi rêyên aştiyane pirsgirêka kurdan çareser bike. Lewra ne pêkan e ku pêvajoya çareseriyê bêyî guhertina desthilatê dest pê bike."

Wî got: Em amade ne ku piştgiriyê bidin her kesekî ku beşdarî ihtimala aştiyeke rastî û dilsozane bibe."

Ji hêla din ve, hevseroka HDP`ê Perwîn Buldenê di çarçoveya bangeşeya hilbijartinên Tirkiyê de ragihand, di roja yekem a desthilatdariya wan de ew ê rewşa awarte rakin, bi destûreke sivîl bingeha aştî û azadî û pêkvejiyanê daynin.

Perwîn Buldenê herwiha got: "Di roja yekemîn de, em ê rewşa awarte rakin, ne dewleta polîsan, dewleta mafnasiyê ava bikin. Em ê dadgehê bikin serbixwe û hemû astengiyên pêş dadgeh û dadweriyê de rakin. Em dizanin, baştirîn dermanê birînên civakî dadwerî ye.

Hevseroka HDP`ê herwiha got: “Em ê pirsa demokrasîyê bi awayekî bingehîn bigirin destê xwe û bi destûreke sivîl jiyana demokratîk saz bikin. Bi salan e gelê me bi cudahîxwazîyê tê tometbarkirin. Em dizanin  di bingeha vê kêşeyê de, nebûna demokrasî û newekhevî hene. Sîstemeke demokratîk û mafperwer dê wan kêşeyan bidawî bike.”

Hevseroka HDP`ê tekezî li ser bidawîanîna şêrr jî kir û got: “Em ê dawiyê bi xwîn û şer û aloziyan bînin, jiyaneke wekhev û aştiyane ava bikin.”