Serokê MHP`ê: Diqewime Hevalbendiya Cimhûrê hilbijartinan careka din li dar bixe
Hezîran 20, 2018 19:21 Asia/Tehran
Serokê Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) raghand ku ger Hevalbendiya Cimhûrê li hilbijartinên zûdem ên 24 Hezîranê işkestê bixwe, hitmala lidarxistina dubare ya hilbijartinan heye.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya Fars Newsê, Dewlet Baxçelî got: Ger piraniya parlemanê ji destê Hevalbendiya Partîya Edalet û Geşepêdanê (AKP) û MHP derkeve û serokkomarê bijarde nekarbe bi wê parlemnaê re hevkariyê bike, dê hilbijartinên nû werin lidarxistin.
Heşt partiyên curbicur ji wan AKP bi serokatiya Erdogan, CHP û MHP dê li hilbijartinên serokkomarî û parlemanî yên zûwext ên 24 Hezîranê bi hev re bikevin rikeberîyê.