Eşkerekirina belgeya hevkariya artêşa Tirkiyê tev terorîstan li Sûriyê
Endamên koma terorîstî ya Tehrîr Şamê bi weşandina fîlmekê, bicihbûna hêzên artêşa Tirkiyê li Sûriyê û hevkariya tam a Enqerê bi wan re piştrsat kirin.
Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê, fîlmek li înternetê hat weşandin ku têde endamên koma terorîstî ya Tehrîr Şamê erka parastina yek ji meqern çavdêriyê yên artêşa Tirkiyê li parêzgeha Idliba Sûriyê hene.
Karzanên navçê û bikarhênerên înternetê raghandin ku ev fîlma li navça Tel Tûqanê li rojhilata parêzgeha Idlibê û li riya bajarê Sraqibê bi Ebû Zihûrê hatiye tomarkirin. Li vê fîlmê hejmarek zêde ji terorîstên Tehrîr Şamê li kêleka eskerên Tirkiyê, panzer û cebilxanên wan tên dîtin.
Koma terorîstî ya Tehrîr Şamê pêştir jî raghand ku peywendiyên me bi Tirkiyê re li gor berjewendî û mesilheta hevpar e.
Peywendiyên navbera koma terorîstî ya Tehrîr Şamê û hikûmeta Tirkiyê li pênc salên buhurî bi awayekî berdewam û stratejîk dom kirine.
Koma terorîstî ya Tehrîr Şamê û DAIŞ`ê ne tenê ji aliyê Rêxistina Neteweyên Yebûyî wek komên terorîstî hatine naskirin belkî welatên garantorê agirbesê li Sûriyê ku Îran û Rûsyê û Tirkiyê digre ber xwe li gotûbêjên Astanê berpirsiyar bûne ku li hember wan rawestin.