Berteka Tirkiyê li hember pêşniyarqanûna qedexeya firotina F 35`an li Sêna ya Amerîkayê
Serokwezîrê Tirkiyê, mixabiniya xwe ji ber kiryara Sênaya Amerîkayê bona pejirandina pêşnûmayê qedexeya firotina balafirên cengê yên F 35`ê yê amerîkî bo Enqerê, ewê berovajî rihê şirîkbûna stratêjîk a du welatan da zanîn.
Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a ISNA`yê, Bînalî Yildirim, li hevpeyvîna televîzyonî, wek berteka li hember çaksaziya qedexeya firotina balafirên cengê yên F- 35`ê bo Enqerê li pêşnûmayê bûca berevaniyê ya salê ya Amerîkayê ragihand: Tirkiye wê dewsgirek ji bo van balafirên cengê peyda neke.
Serokwezîrê Tirkiyê herwiha got: Enqere wê peymanên kirrîna sîstima S 400 a Mokowayê, tevî biryara Sênaya Amerîkayê li ser girtina pêşiya firotina F- 35`an bo Tirkiyê wêde nede.
Herwiha Mewlûd Çawûsoglû, wezîrê karên derve yê Tirkiyê, roja sêşemiyê ragihand: Tirkiye wê sîstima mûşekî ya S- 400 ji Rûsyê bikirre.
Meclisa Sêna ya Amerîkayê bi 85 dengên Erê firotina balafirên cengê yên F-35`ê bo Tirkîyê qedexe kir û ev yeka bû sedema berteka Enqerê.