Hezîran 20, 2018 08:44 Asia/Tehran
  • Erdogan: Wê êrişên ser Qendîlê berdewam bibin

Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, sêşemiyê bi şev pêgîrî kir Enqere wê êrişên xwe yên dijî bargehên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li Qendîla bakûra Iraqê berdewam bike.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Enqere di van rojên dawiyê de ji hitmala dagîrkirina Qendîlê jî agahî dabû.

Erdogan di axaftina xwe de dîsa gef li PKKê xwar û got: Me Qendîl bi ser wan de hilweşand û em vê hilweşandinê didomînin.

Serokomarê Tirkiyê, Erdogan bêyî ku ketina nav Efrînê ya artêşa tirk bi bîr bîne careke din got: Em ê bikevin Şingalê, em ê bikevin Efrînê, em ê bikevin Cerablusê jî.

Serokwezîrê Tirkiyê, Binali Yildirim jî îro di çarçoveya kampanyayên hilbijartinê de li bajarê Izmirê yê Tirkiyê axivî û got: ew ê piştî Minbicê berê xwe bidin bajarên kurdtêfr yên Sûriyê yên wek Qamişlo, Kobanê û Hesekê.

Serokwezîrê Tirkiyê di axaftina xwe de ev tişt gotin: Li herêmên Kobanê, Qamişlo û Hesekê jî mixabin PYD/YPG bi piştgiriya çekan a Amerîkayê bi awayekî cidî xurt bûne. Armanca me ya piştî vê yekê ew e ku em van herêman jî bikin herêmên bi ewle.

Bekir Bozdag, alîkarê serokwezîr û berdevkê dewleta Tirkiyê, 5`ê Hezîranê bal kişand ser vê yekê ku leşkerên Tirkiyê li bakûrê Iraqê ne û ragihand ku ev îhtîmala heye ku Artêşa Tirkiyê bilindiyên Qendîlê li bakûra Iraqê dagîr bike.

Silêman Soylû, wezîrê karên hundur ê Tirkiyê jî bal kiaşnd ser vê yekê ku dagîrkirina çiyayên Qendîlê armanceka dûr nîne û got: Hêzên Tirkiyê niha hin navçeyan li Hakurkê li bakûra Iraqê dagîr kirine.

Tirkiye di van salên dawiyê de bi caran bi mihaneya serkutkirina endamên PKK`ê, êriş biriye ser Iraq û Sûriyê û hin pişkên van du welatan dagîr kirine. Ew êriş û dagîrkerî rastî bertekên giran ên dewletên Iraq û Sûriyê û welatên din ên cîhanê ve hatine.