Hezîran 20, 2018 08:44 Asia/Tehran
  • Sê leşkerên Tirkiyê ji ber teqîna bombeyan hatin kuştin

Di encama teqîna çend bombeyan li başûrê rojhilata Tirkiyê de, sê leşkerên artêşa vî welatî hatine kuştin.

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Meyadînê, ew leşkerên Tirkiyê li halekê hatine kuştin ku endamên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK) li navçeyên başûr û başûrê rojhilata vî welatî çalak in.

Piştî êrişa endamên PKK`ê ya bi roketan êrîş birin ser karwaneke leşkerên tirk, artêşa Tirkiyeyê li herêmê operasyon dan destpêkirin. Hat diyarkirin ku di dema operasyonê de mayina berê ku ji aliyê endamên PKKê ve hatibû bicihkirin teqiyaye û di encamê de jî 3 leşkerên tirk jiyana xwe ji dest dan, leşkerek jî birîndar bû. Leşkerê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û li wir tê dermankirin.

Herwiha şeva din endamên PKKê li navçeya Çelê bi roketan êriş birin ser karwaneke leşkerî kirin û di encamê de jî leşkerek hatibû kuştin, 6 leşker jî birîndar bibûn.

Her di vî warî de Ajansa nûçeyan a Anatolî ya Tirkiyê îdia kir ku hêzên ewlehiyê yê vî welatî 17 endamên PKK`ê li bajarê Edenê li başûrê Tirkiyê girtine.

Pêvajoya aşitiyê bo çareserkirina  mesela kurdan li Tirkiyê li kanûna 2012`an  destpê bû û piştî teqîna  Tîrmeha 2015` an  li bajarê Sûrûçê  hat rawestandin, piştî wê artêş û PKK êrişa ser meqerên hev destpê kirin.

Li gorî amarên klu hatine weşandin, di vê midehê de herî kêm 600 hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê û zêde ji 7000 endamên PKK`ê hatine kuştin.