Hezîran 18, 2018 19:05 Asia/Tehran
  • Idiaya Enqerê: Artêşa Tirkîyê derbasî Minbica Sûrîyê bû

Çavkanîyên herêmî ragihandin ku hêzên artêşa Tirkîyê li şarê Minbicê li bakûra Sûrîyê bi cih bûn. Lê Konseya Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan li cihên xwe ne û leşkerên Tirkîyê derbasî vî şarî nebûne.

Li gorî îdiaya Rojnama Hurriyetê, bi dû lihevkirina vê dawîyê ya rayedarên Enqere û Wşaîngtonê, hêzên arêtşa Tirkîyê duh gerra li bajarê Minbicê destpê kirin.

Li gorî malpera Ajansa Nûçan a Hawar`ê jî Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şevran Derwêş ew îdîayên ku Artêşa Tirkiyê ketiye Minbicê red kirin û tekez kir ku hêzên tirk dê li herêmên Mertala Firatê bigerin û yên amerîkî dê li herêmên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bigerin.

Derwêş diyar kir ku hêzên wan li ser xetên temasê yên ligel hêzên Mertala Firatê ne û hêzên amerîkî û tirkî di heman demê de li aliyên cuda bi cih dibin.

​Fermandarê Giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil jî tekez kir ku ti hêzên tirk neketine bajêr û got, hêzên tirk li seranserê xeta derveyî ya Minbicê ne û qet neketine nav bajêr.

Ebû Adil herwiha got ku hêzên tirk dê li aliyê Mertala Firatê bigerin û dê nekevin bajêr û yên hevpeymaniyê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî wê li nava axa Minbicê bin.

Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê vê dawîyê ragihand ku Enqerê û Waşîngtonê bi merema derxistina PYD û YPG`ê ji bakura Sûrîyê rêketinameyeke 90 rojî wajo kirine.