Hezîran 18, 2018 18:57 Asia/Tehran
  • Selahattîn Demirtaş:

Selahedîn Demirtaş berbijarê serokomarîyê yê HDP li axavtinekê ku kanala TRT`ê belav kir, ragihand ku AKP`ê ji wî ditirse lewma ew hatîye girtin û got: Heke ez 20 salan jî di hepsa tekkesî de bim, li hemberî zilmê ustîyê xwe natewînim.

Demirtaş bi gotina Seyîd Riza dest bi axaftina xwe kir: Min serî li derew û hîleyên we dernexist eva ji min re bû derd, lê min jî ji we re serî netewand bila ev jî ji we re bibe derd.

Eger hûn dengê xwe bidin Erdogan hûn ê qedera vî wwelatê bidin destê yek mirovekî.

Di hundur de destê min girêdane û meydan bi meydan digerin û îftirayan li min dikin, vê rewşê jî wek mêranî nîşan didin ev ne mêranî ye.  Di derbarê min de tu biryarekê ku min mehkûm bike tuneye, ez wek sûcdar îlan kirim û bi vî awayê jî bi awayekî eşkere qanûnan binpê dikin

Di demekê herî kurt de wê diyar be ku tu sûcekî min tuneye bila tu şipha we ser vê yekê tunebe, bes bila dadgeh li gorê daxwaziyê iqtidarê na li gorê serdestiya hiqûqê pêngavan rakin,

Welatiyên hêja eger ev zilm û zordestî tenê li min hatiba kirin dibe ku ne hêjayê gotinê ba, lê hûn heman zilm û zordariyê her roj dibînin, hûn jî mexdûrên vê zilmê ne. Ez dibînim ku jiyan çawa veguheriye trajediyê. Lihevnekirin û dijminatî di nava gel de gelek zêde bûye. Bira bûye dijminê bira. Herwiha rewşa aboriyê jî her diçe xerab dibe. Rêvebiriya AKP`ê di nava dewlemendiyê de li kêfa xwe dinhêre. Lê bi milyonan însan mihtacê nanê xwe yê şevê ne.

Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî li derve û li hundurê welêt polîtikaya ku mirinê pîroz dibîne meşandin û bi vî awayî zarokên me dibin mirinê.

Bêguman di rêvebiriyên demokratîk de hilbijartin gelek girîng in, hûn bi dengên xwe kesên ku welêt bi rê ve bibin hildibijêrin. Di vê çarçovê de biryara ku hûn bidin tenê ne ji bo îro ye, herwiha ji bo pêşeroja we û ji bo zarokên we ye jî. Di 24`ê Hezîranê de hûnê diyar bikin ka gelo wê ji vir pêde Tirkiye di kîjan rêyê de pêngavan rake.

Eger ku hûn Erdogan tercih bikin, wê ji vir pê de qedera vî welatî tenê bimîne di destê Erdogan de. Wê dewlet bi hemû saziyên xwe bikeve bin kontrola wî. Dema ku ew xeletiyekê bike tu kesek namîne ku xeletiya wî rast bike yan jî li hemberî wî derkeve. Wê qedera 81 milyon mirovî bimîne li hêvîya wicdanê Erdogan.

Ne 20 meh ez 20 salan jî di vir de girtî bimînim dîsa jî li ber zulma wan stûyê xwe xwar nakim. Ji bo aştiyê ji bo azadiyê ez ê li vir ser navê we ve jî berxwe bidim. Ew kesên ku dixwazin me bi hepiskirinê, bi hucreyan û bi mirinê bitirsînin vê gavê ew bixwe hatin halekî wisa ku ji sîya xwe ditirsin. Em wan û tirsan li cem hev bihêlin û bi destê hev bigirin û ber bi rojên rohnî ve bimeşin.