Hezîran 17, 2018 19:22 Asia/Tehran
  • Dewama operasyona Tirkîyê li bakura Iraqê

Hejmarek serbazên Tirkîyê ji bo ku tevlî hêzên vî welatî yên pişkdarê operasyona artêş Tirkîyê li bakura Iraqê bibin, li sînorê Iraqê bicih bûn.

Rojnama Milliyetê nivîsî ku hejmarek serbazên nû hevgavê dewama êrişên hewayî û topxaneyî yên Tirkîyê ser baregehên PKK`ê li bakura Iraqê li sînorê vî welatî bicih bûn.

Artêşa Tirkîyê heta 35 kîlomêtrîya kûratîya axa Iraqê pêşde çûne.

Giranîya êrişên vê dawîyê yên artêşa Tirkîyê li bakura Iraqê di çend rojên buhurî de ser devera Xakurkê bûye û niha belavî devera Barzanê jî bûye.

Serokerkantîya artêşa Tirkîyê jî duh ragihand ku balafirên cengê yên vî welatî li dewama opêrasyona dijî çeperên PKK`ê, çend baregeh û cebilxanên vê komê li çîyayê Qendîlê li axa Iraqê têk birin.