Tirkiyê ser xurtkirina meqerên vî welatî li bakurê Iraqê sekinî
Serokkomarê Tirkiyê li bara pwêsîtiya xurtkirina meqerên eskerî yên vî welatî li bakurê Iraqê agahî da.
Li gorî rapora roja yekşemê ya IRIB Newsê, Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê li gotûbêja bi kanala 7 ê ya televîayona Tirkiyê destnîşan kir: Hêvî dike ku bikaribe vî karî bi hevkariya dewleta navedî ya Iraqê bike.
Balefirên artêşa vî welatî duh meqerên PKK li Qendîlê li bakurê Iraqê bombebaran kirin.
Rayedarên Tirkiyê li bara dagirkirina hin navçan li Xakurka li bakurê Iraqê agahiyan didin.
Li gorî daxûyaniya duh a artêşa Tirkiyê, pêşdeçûna yekînên bejahiyê ber bi çiyayên Qendîlê didome.
Tirkiye li salên derbasbûyî bi mehana serkutkirina endamên PKK êriş kiriye ser axa Iraq û Sûriyê û hin beşên van du welatan dagir kiriye.
Ev destdirêjî û dagirkerî rastî berteka tund a dewletên Iraq û Sûriyê û welatên din ên cîhanê hatiye.